Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku di mehekê de 77 qezayên motorsîkletan çêbûne, di encamê de 7 kes mirine û 78 kes birîndar bûne.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku di navbera 15`ê Hezîranê û 15`ê Tîrmeha 2026`an de li deverên cuda yên parêzgeha Hesekê 77 qezayên motorsîkletan çêbûne û di encamê de 7 kes mirine û 78 kes birîndar bûne.
Qamişlo: 29 qeza; 26 birîndar û 1 mirî.
Dêrik: 7 qeza; 6 birîndar.
Çilaxa: 5 qeza; 4 birîndar û 3 mirî.
Tirbespiyê: 4 qeza; 4 birîndar.
Girkê Legê: 6 qeza; 7 birîndar.
Amûdê: 8 qeza; 11 birîndar.
Dirbêsiyê: 5 qeza; 8 birîndar.
Til Beyder: 3 qeza; 2 birîndar û 2 mirî.
Til Temir: 2 qeza; 3 birîndar û 1 mirî.
Hesekê: 7 qeza; 5 birîndar.
Rêyên navneteweyî: Qezayek; 2 birîndar.



