TEV-DEM: 4’ê Nîsanê ji bo gelên bindest hêvî ye

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM û Meclisa Kongra Star daxuyaniyên cûda 4’ê Nîsanê li tevahî gelê Kurd pîroz kirin û gotin:
“4’ê Nîsanê ji gelên bindest ên li herêmê û cîhanê re bûye hêvî.
Em bang li gelê Kurd dikin ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo wê têkoşînê û berxwedanê mezin bikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.

TEV-DEM diyar kir ku Rêber Apo Îmralî kiriye jêdera felsefeya modern û çanda berxwedanê û ev nirxandin kir:

“4’ê Nîsanê ji bo gelên bindest ên li herêmê û cîhanê bûye hêvî, her wiha 4’ê Nîsanê rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e.

Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyeke dîrokî ji bo gelan û civakan e.”

TEV-DEM bang li tevgerên demokratîk, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl û yên navneteweyî kir ku tev li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.

Her wiha bang li gelê Kurd kir ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo wê têkoşînê û berxwedanê mezin bikin.

Kongra Star: Divê hemû jin bibin yek û piştgiriya doza Rêber Apo bikin

Her wih bi heman boneyê Meclisa Kongra Star jî daxuayniyek da.

Meclisê diyar kir ku felsefeya Rêber Apo gel li hev kom kirin û got:

“Uslûba danûstandina dewleta Tirk a dagirker bi Rêber Abdullah Ocalan re, kiryarên dermirovî û exlaqî ne.

Ruxmî wan kiryaran jî, lê dîsa jî nekarî gel ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe.

Brovajî wê, îro ew bûye rêberekî cîhanî û çirûska çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê.

Em ê xwedî li doza wî derdikevin û heya misogerkirina azadiya Rêber Apo em ê di nav têkoşînê de bin, ji ber azadiya wî azadiya jin û civakê ye.”

Meclisa Kongra Star bang li hemû jinan kir ku bibin yek û piştgiriya doza Rêber Apo bikin.

 

Back to top button