Li Taywanê erdheja herî mezin a 25 salên dawî

Erdheja herî mezin a 25 salên dawî; Taywan bi pîleya 7.4 hejiya.
Li gorî bîlançoyên dawî 7 kes mirin û 736 kes jî birîndar bûn.
Her wiha ji ber erdhejê gelek avahî xisar dîtine û hilweşiyane.
Erdheja Taywanê li Çînê jî hat hîskirin.

Li Taywanê bi lerza 7,4 erdhêj pêk hat.

Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan.

Erhêja herî xurt a 25 dawî li giravê ket.

Ev li hundirê çiyayên Taywanê jî hat hîskirin.

Rêvebirê Navenda Erdhejnasiyê ya Taypeyê Wu Chien Fu (VU ÇEN FU) derbarê erdhejê de got:

“Erdhej li seranserê Taywanê û giravên deryayî hat hîskirin, ya herî bihêz a 25 salên dawî ye.”

Hat ragihandin ku piştî erdeja ewil di nav 20 deqeyan de erheja duyemîn pêk hat.

Erdheja duyemîn bi lerza 6,4’an bi kûrahiya 12,6 kîlometreyan pêk hat.

Hat hişyarkirin ku pêlên 1 heta 3 metre bilind dikarin xwe bigihînin peravên Taywan û Çînê.

Di erdhejê de 7 kes mirin û 736 kes jî birîndarbun

Her wiha bîlançoya windahiyan jî zêde dibin.

Li gorî agahiyên dawî li 6 bajarên Taywanê 7 kes mirin û 736 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Taywanê de cih digirin, ji ber erdhejê gelek avahî xisar dîtine û hilweşiyane.

Hikumeta Taywanê ji bo xebatên rizgarkirinê talîmat da artêşê da ku alîkariyê bikin.

Di Îlona 1999’an de li Taywanê erdhejek bi hêza 7,6 pêk hat û 2 hezar û 400 kes mirin û 5 hezar avahî hilweşiyan.

Erdhej li Çînê jî hat hîskirin

Li gorî medyaya Çînê, erdhej li Şanghayê û çend parêzgehên peravên başûrê rojhilatê Çînê hatiye hîskirin.

Di navbera Çîn û Taywanê de dirêjahiya bi qasî 160 kîlometre heye.

Çînê ji bo erdhejê hişyariya tsunamiyê neda û piştî nîvro hemû hişyariyên li herêmê hatin rakirin.

Back to top button