Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyekê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok pîroz kir.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyekê hemû fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok pêk anîn û ked dan, pîroz kir.
NPG’ê di şexsê şehîdên Ekîn û Canşêr Şêrawa de hemû şehîdan bi bîr anî û got:
19’ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li navenda 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker li du baregehên girîng hate xistin ku tank û çekên giran diparastin.
Piştî ku derba giran li dijmin hate xistin, çûn ser çeperên dagirkeran.
Hemû tedbîrên artêşa Tirk a dagirker bi vê çalakiyê hatin têkbirin û operasyona şoreşgerî a ji 8 baskan hate kirin bi serketî pêk hat.
Cenazeyên hevrê Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku milîtanên hêja yên Apoyî bû, di nava şerê giran de hatin wergirtin ku ev yek mînakeke wefadariyê ya mezin a ji bo şehîdan, dilsoziya bi nirxan e.