HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê jî nasnameya 2 gerîlayên ku di vê Operasyonê de şehîd bûn eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di rojên Newrozê de hêza PKK’ê ya ku nikare bê têkbirin, îspat kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê jî bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê got, hevrêyên me Ekîn û Canşêr bi ruhê fedayî yê Apoyî, îrade û tarzê lêdanê ya prosefyonel, bûn mînaka herî şênber a meşa serketinê.

Weke şopdarên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya wan didin.

HPG’ê têkildarî sekin, kesayet û têkoşîna şehîd Ekîn Rodî ev nirxandin kir:

Hevrêya me Ekîn li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Di sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla dibe.

Di şerê li dijî dagirkeran bi taybet li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bû xwedî hêrseke mezin û tevlî şerê Kobanê bû.

Bi îdeolojiya Apoyî re bû yek û bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir.

Hevrêya me Ekîn 19’ê Adara 2024’an bi fedayiyane tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok bû.

Heta nefesa xwe ya dawî şer kir û di roja Newrozê de tevlî karwanê şehîdan bû û weke şehîda Newrozê derbasî dîroka têkoşîna me bû.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya her 2 şehîdan wiha ye.

Nasnav: Ekîn Rodî
Nav û Paşnav: Dîlara Olmez
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Nesîbe
Navê Bav:Husamettîn
Cih û Dîroka şehadetê: 19’ê Adara 2024’an/Zap

Nasnav: Canşêr Şêrawa
Nav û Paşnav: Kemal Merwan Oso
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik: Bahar
Navê Bav: Merwan
Cih û Dîroka şehadetê: 19’ê Adara 2024’an/Zap

Back to top button