Derbarê desteserkirina îradeya gelê kurd li Wanê helwest û bertekên navneteweyî hatin nîşandan.
Wezîra Karên Derve ya berê ya Swêdê got: Divê hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan
Ji parlementer û senatorên Fransî jî gelek bertek li dijî xespkirina îradeya gel derketin.
Li hemberî desteserkirina AKP-MHP’ê ya îradeya gelê kurd li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bertek û helwestên navneteweyî hatin nîşandan.
Wezîra Karên Derve ya berê ya Swêdê Ann Lînde li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û got:
“Divê hurmet ji îradeya gel a di hilbijatinê de diyar kir, bê nîşandan.”
- Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor diyar kir ku vîna gel bi tu awayî nayê xespkirin û banga rêzê ji îradeya gel re kir û wiha dewam kir:
Ruxmî kontrolkirina bernamzetan ji aliyê Meclisa Bilind a Hilbijartinan YSK’ê ve di deqeya dawî de hemleyek ji darazê hat û mazbata ji namzetê AKP’ê yê ji sedî 27 deng girtî re hat dayîn.
- Senatorê Fransî Pascal Savoldelli di heman çarçoveyê de peyamek weşand û ev tişt anî ziman:
“Li Tirkiyê Erdogan hewl dide demokrasiyê û serketina gelan xesp bike.
Divê Fransa bikeve dewrê.”
Hilbijartî û nûnerên partiyan ên Fransayê jî xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermerzar kirin û banga piştevaniya bi hevşaredaran re kir.
- Serokê Giştî yê Partiya Keskan Marine Tonnelier got:
“Rêza ji îradeya gel re, bingehê demokrasiyê ye.”
- Parlamenterê Partiya Îsyanê ya Fransa û Hevserokê Koma Lêkolînên li ser Pirsgirêka Kurd Fréderic Mathieu got:
“Ev hewla darbeyeke îdarî ye..”
- Senatorê Partiya Kominîst Lan Brossat wiha got:
“Dem hatiye ku Erdogan û partiya wî li Tirkiyê rêzê ji îradeya gel re bigre.”
- Senatora Partiya Keskan Anne Souyris jî ev tişt anî ziman:
Ev redkirina demokrasiyê nayê qebûlkirin û metirsîdar e.
- Sekreterê Netewî yê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat jî bertek nîşan da û got:
“Li ser navê Partiya Sosyalîst em piştgiriyê didin hevalên xwe yên DEM Partiyê.”
- Berdevkê Partiya Dijkapîtalîst a Nû Olivier Besancenot wiha got:
Ji bo ku Erdogan bi derbeyan bajaran yek bi yek ji Kurdan û hevalbendên wan nestîne, hevgirtina me jiyanî ye.”
- Berpirsê Têkiliyên Navnetewî yên Partiya Komunîst Vincent Boulet got:
Divê rêz li dengê gelan bê girtin!
PCF li dijî otorîterîzma hikûmeta Erdogan destek dide DEM Partiyê.”