HPG: Artêşa Tirk derbeke mezin xwar û neçar ma ji Garê vekişiya

Hêzên Parastin Gel derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê de diyar kir artêşa Tirk derbeke giran xwar û vekişiya. HPG’ê ragihand ku wê derbarê berxwedana 4 rojan ya gerîlayan de paşê agahiyan ji raya giştîre parve bikin.

Artêşa Tirk a dagirker ku 10’ê Sibatê êrîş bire ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê piştî çar rojan xwe li ber berxwedana gerîla ranegirt û vekişiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirker ên li ser Garê û berxwedana gerîla ya 13 û 14’ê Sibatê dauyaniyeke niviskî da.

HPG’ê ragihand kur artêşa Tirk ya dagireker 13’ê Sibatê qadên Meyrokê, Siyanê, Bergarê, Qada Navîn û gundê Şikeftiya bi balafirên şer, balafirên keşfê û helîkopteran bombebaran kirin.

HPG’ê destnîşan kir, 13’ê Sibatê helîkoptêrên ku dixwestin bikevin qada Garê ji hêla hêzên gerîla ve bûne hedef û derbên serkeftî li wan hatine xistin.

Hat diyar kirin di encama vê lêdanê de helîkoptêreke Kobra derb xwariye, helîkoptêrên din neçar mane ku ji qadê dûr bikevin.

HPG’ê eşkere kir ku di 14’ê Sibatê derdora gundê Şikeftiya, Girê Şehîd Berxwedan, Girê Şehîd Baran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn di 24 saetên dawî de bi qasî ku hatiye tespîtkirin herêma Garê bi balafirên şer û keşfê 46 caran hatiye bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir 13’ê Sibatê Hêzên Parastina Ezmanî yên Şehîd Delal li qada Siyanê li dijî dagirkeran bi amûrên hewayî du çalakiyên cuda kirin û di van çalakiyan de hedefên ku hatine diyarkirin bi rengekî serkeftî hatine lêdan.

HPG’ê wiha got,

“Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Garê rastî berxwedana mezin a hêzên me hatiye û plana dagirkirinê ji gava pêşî ve bêencam maye. Xwedêgiravî yekîneyên herî bijarte ên artêşa Tirk derbên giran xwarine û artêşa dagirker têk çuye. Arteşa Tirk derba giran xwar û têk çû bi rengekî ku xwîna welatiyên wê di dest geriyayî neçar maye ku ji Garê vekişe.
Agahiyên berfireh ên berxwedana gerîla ya 4 rojan a li Garê bi qasî ku hate zelalkirin wê bi raya giştî re were parvekirin.”

Back to top button