Li herêmê Komploya Navnetewî hate şermzarkirin

Çalakiyên li dijî komploya 15’ê Sibatê berdewam in.
Ne tenê kantona Cizîrê, li Firat, Reqa, Tebqa, Minbic û Helebê jî bi çalakiyên cuda komplo hate şermezarkirin.
Li Kantona Firat û Tebqayê meşên dirêj pêk tên.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê jî çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Li herêmê bi çalakiyên cûrbicûr komploya Navneteweyî tê şermzarkirin.

Li Eyn Îsa bi sedan ji şênî û koçberên Girê Spî bi meşekê komplo şermzarkirin.

Di çalakiyê de, kesên ku axivîn diyarkirin ku 15’ê Sibatê rojeke reş e, armanc jê îmhakirina nasnameya gelên azad e.

Desteya Aborî ya Kantona Firatê sermînerek der barê komploya Navneteweyî li dar xistin.

Meşa dirêj ya doh li navçeya Sirînê a Kobanê despêkirî di roja 2. de ye.

Meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektîiya Jinên Ciwan ve hatî organîzekirin, bi coş dewam dike.

Meşa ji cisrê navçeya Sirînê despêkirî li ber derê şaredariya gel veguherî mitîngê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Li tebqayê ji bo şermzarkirina komployê meşa dirêj a 2 rojan hate destpêkirin.

Bi sedan ciwanên ji kantonên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê tev li meşê bûne.

Li kantona Minbicê Kombûna Jinan a Zenûbiya, Saziya Malbatên şehîdan û Gaziyên Şer daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de berxwedana Rêber Apo hate silavkirin û hate diyarkirin ku bi belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê komplo bi bin ket.

Şêniyên Dêrazorê jî li dijî bi heman daxwazê daketin qadan.

Gaziyên şer ên taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî daxuyaniyek dan.

Gaziyan bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta berxwedan û tekoşînê kir.

Back to top button