Li Mexmûrê gireva birçîbûnê di roj 2’an de dewam kir

Li Mexmûr, Silêmanî, û Şengalê 25’emîn salvegera komploya navnetewî bi çalakiyan hate şermezar kirin.
Di peyamên çalakvanan de hate diyar kirin ku her netewe deyîndarê Rêber Apo yê û ji bo sibê ango roja reş banga xurtkirina çalakiyan hate kirin.

Li dijî pêkanîna komploya li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û dostên xwe li her derê di nava çalakiyan de ne.

Di vê çarçoveyê de li Mexmûre doh çalakiya gireva birçîbûnê a 3 rojan hat ragihandin

Çalakî îro di roja 2’emîn de dewam kir.

Ji çalakvanan Gulê Gûzereşî li dijî tecrîd û komployê bertek nîşan da û ev bang kir:

“Em dixwazin tevahî gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin çalakiyan li darbixin.

Bila dayîkên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat çalakiyên heyî xûrtir bikin û tevlî her cure çalakiyan bibin.”

Ciwanê bi navê Neşed Kara jî destnîşankir ku ciwanên kurd dikranin bi çalakiyan tecrîdê bişkînin û rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.

Li Silêmaniyê li dijî Komploya Navnetewî gireva birçîbûnê hat ragihandin

Her wiha li Silêmaniyê jî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya greva biçîbûnê hate destpêkirin.

Di çalakiyê de pirtûka Rêber Apo ya “Sîstema Zîndana Îmraliyê” hate xwendin.

Beşdarê çalakiyê Hacî Azad Komploya Navnetweyî şermezar kir û wiha got:

Li cîhanê gelek nimûneyê komployên dijî gel û netewan hatine pêkanîn.

Lê wêneyek wek tecrîda 25 salin dewame li cîhanê nîne.”

Li Şengalê çalakiya rûniştinê ya jinê Ereb bi dawî bû

Bi heman armancê li Şengalê jî çalakiya rûniştinê ya Meclîsa Jinên Ereb di roja duyemîn de bi dawî bû.

Çalakvana bi navê Eweyşa Remezan destnîşan kir ku her netewe deyîndarê Rêber Apo yê û ev tişt anî ziman:

“Sibe rojeke reşe. Emê bi gelê Êzidî re li dijî komployê meşeke hevpar lidarbixin.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku beşdarî vê meşê bibin û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

Back to top button