Amerîka û Îngilîstanê bajarê Hudeyda yê Yemenê bombebarankirin

Aloziya di navbera Amerîka, Ingilîstan û Husiyên li Yemenê didome.
Amerîka û Îngilîstanê bajarê Hudeyda yê Yemenê bombebaran kirin
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî duh ragihandibû ku wan keştiya Amerîkî Star Iris li Behra Sor kirine hedef.

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku balafirên şer ên Amerîka û Îngilîstanê hin herêmên li bajarê Hudeyde yê li rojavayê welêt kirine hedef.

Hûsiyan Tevgera Ensarullah ya Yemenê ragihand ku Amerîka û Îngilîstanê careke din êrîşeke hewayî birin ser bajarê Hudeyde yê li rojavayê welêt.

DYA û Îngilîstanê bi balafirên şer li gelek herêmên bajarê Tuheyta yê li başûrê Hudeydeyê xistin.

Ji ber ku di êrîşê de ziyanên canî yan jî madî ti agahî nehatin dayîn, DYA û Îngilîstanê der barê êrîşê de daxuyanî nedan.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî duh ragihandibû ku wan keştiya Amerîkî Star Iris li Behra Sor kirine hedef.

Lîderê Hûsiyan: Ji demê nêz de tu keştî li Behra Sor derbas nebû

Lîderê Hûsiyan Abdulmelîk Bedreddin el Hûsî da xuya kirin, hefteyên dawî tu keştiyên girêdayî Îsraîlê li Behra Sor derbas nebûne.

El Hûsî balkişand êrîşên xwe yê li Behra Sor pêk anîne û got:

“Rê girtina keştiyên girêdayî Îsraîlê serkeftinekî li dijî Amerîka, Îsraîl û Îngîlîstanê ye.”

Hûsiyan dest danîn ser keştiyên bazirganiyê

Li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, Hûsiyên Yemenê dest danîn ser keştiyên bazirganiyê yên li peravên Yemenê ku bi gotina wan girêdayî şîrketên Îsraîlê ne.

Û her wiha di 31ê Cotmeha 2023an de bi balafirên bêmirov û mûşekan êrîşî hinek ji wan kirin.

Hêzên Amerîkayê ragihand ku di vê heyamê de wan gelek caran moşek û balefirên bê mirov ên kamikaze ji Yemenê avêtine xwarê.

Piştî kiryarên Hûsiyan, gelek şîrketên keştiyan biryara rawestandina seferên xwe yên li Behra Sor girtin.

DYA û Îngilistanê careke din êrişî Husiyên Yemenê kirin

Back to top button