Li Şamê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê bi boneya 4’ê Nîsanê şahî li dar xistin.
Di şahiyan de soza belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê hate dayîn û hate gotin: “Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her dem di nava kar û xebatan de bin.”

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Kongra Star li Şamê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamê PYD’ê Mihemed Îbiş axivî û got:

“Em vê rojê li gerîla û tevgera rizgariya Kurdistanê û gelê xwe pîroz dikin.”

Berdevka Kongra Star Newroz Xelîl jî diyr kir ku azadiya jinan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Li ser vê esasê em soz didin ku heta azadiya serokê xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Biruşûrên jiyana Rêber Apo vedibêjin hatin belavkirin

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Helebê şevê din li 9 navendan bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî hatin lidarxistin.

Dî pîrozbahiyên ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, biruşûrên ku jiyana Rêber Apo vedibêjin hatin belavkirin.

Biruşûr ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine amadekirin.

Buroşurên ku bi zimanê Erebî û Kurdî hatine amadekirin, ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dîtin.

Li Kobanê şahiyek ji bo zarokên şehîdan hat li darxistin

Bi heman wesîleyê Meclîsa malbatên şehîdan a navçeya şêranê şahiyek ji zarokên şehîdan re li darxistin.

Li wir kesên axivîn rojbûna Rêber Apo li gelên Herêmê û cîhanê pîroz kirin.

Back to top button