Peymana Avhewa 5 sal derbas kir û soz di gotinê de man

Ji ber sala 5’an a Peymana Parîsê ya ku bi armanca germ-bûna global hatibû danîn, bi civîneke onlîne lîderan gelek soz dan. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres jî xwest, ”Rewşa Lezgin ya Avhewayê” were ragihandin.

Di sala 5’an a Peymana Parîsê ya bi organîzekirina hevkar a NY, Ingilistan û Fransayê duh bi kombûneke onlîne Civîna Avûhewayê pêk hat.

Par biryar li ser hatibû dayin ku civîn li Glasgowê were kirin û di civîna 2020’an de lîderan planên xwe yên ji bo başkirina avhewaya netewî bidana.

Not: ev time codê min daniye ne ji bo herikandinê ye.. ji wê detayê bikar bênin.

Di civînê de, serokdewletên 76 welatan amade bûn.

Hedefên ku lîderan danîn holê têrker nehatin dîtin.

Lîderan li ser planên avhewayê ya 2030’î, li ser stratejiyên bêkarbonkirina dema dirêj planên xwe dan.

Cîhana kar û nûnerên saziyên civakî jî bi vîdeoyên 2 deqeyî ku berê hatibûn girtin, daxwazên xwe gotin.

NY: Ji bo parastina Avhewa rewşa lezgîn ragihînin

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres jî di civînê de axivî û ji lîderan xwest ku, ”Rewşa Lezgîn a Avhewayê” were ragihandin.

Guterres diyar kir tenê bi ragihandineke wiha ew dikarin bi germbûna global re têbikoşin û got,

Planên berdest ên dewletan têrê nake ku germbûna giştî di 1,5 pileyan de were hiştin.

Guterres diyar kir heke rote neyê guherandin vê sedsalê germbûna di ser 3 pileyan re wê ber bi germbûneke zêde biçe ku bibe bobelat.

Sekreterê giştî got,

”Ez bang li hmeû lîderan dikim, heta ku bigihije notriya karbonê hemû welat Rewşa Lezgîn a Avûhewayê ragihînin.”

YE soza piştevaniya ji bo rewşa Avhewa da

Serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson li civînê axivî û got li gorî 1990’î heta 2030’î zêdebûna emisyonê heta bi 68 ji 100’î ew ê kêm bikin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen jî anî ziman ku li ser vê mijarê hedefa Yekîtiya Ewropayê ji 100’î 55 e.

Serokwezîra Almanyayê soz da ku ew alîkariya madî bi wan welatên hejar re bikin ku ji bo parastina avhewayê têdikoşin.

Back to top button