QSD’ê êrîşên çeteyan ên li ser gundê Mi’elek ê Eyn Îsayê û rêya M4 têk bir

Şervanên QSD’ê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ser rêya M4 û gundê Mielek ê Eyn Îsayê têk birin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê hewl dan bighêjin rêya M4 û gundê Mielek ên navçeya Eyn Îsayê.

Lê şervanên QSD’ di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva çeteyan da.

Di encama bersivdayînê de çete neçar man bi paşde vegerin.

Dewleta Tirk gundên Şera yê Efrînê topbaran kirin

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efîrnê bi dijwarî topbaran kir.

Piştî gundê Soxanekê dagirkeriyê gundên Malikiyê, Alqemiyê û Meranazê, niha gundên Şewarxa û Tatmeraşê yên Şera yê jî topbaran kirin.

Back to top button