Li Elmanyayê 60. Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê destpê kir

Li Elmanyayê, 60’mîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê destpê kir.
Di konferansê de qeyran û kirîzên ewlekarî û stratêjîk ên bandorê li cîhanê dike werin guftugokirin.
Hejmarek mezin a serok, serokwezîr, wezîr û berpirsên pilebilind ên welatan beşdarî konferansê bûn.

Li Mûnîh a Elmanyayê, 60. Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bi axaftina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi fermî dest pê kir.

Nêzîkî 50 serok, serokwezîr, wezîr, berpirsên pilebilind ên welatan û rêxistinên navneteweyî beşdarî konferansê bûne.

Mijara sereke ya Konferansa Ewlekariyê şerê Ukrayna-Rusya û şerê li Xezayê ye.

Her wiha di Konferansê de wê rewşa niha ya navneteweyî, pirsgirêkên herî diyar, qeyran û kirîzên ewlekarî û stratêjîk ên bangorê li cîhanê dike werin guftugokirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokê demborî yê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî beşdarî Konferansê bûne.

Biryare sibê di Konferansê de, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky axaftinekê bikin.

Koşka Spî ya Emerîkayê ragihandibû ku Cîgira Serokê Emerîkayê Kamala Harris wê di çarçoveya Konferansa de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokê Îsraîlê Yitzhak Hertzog re bicive û rewşa Rojhilata Navîn û Xezayê binirxîne.

Back to top button