“Êrîşên Ukraynayê li ser binesaziya enerjiyê li Rûsyayê bûne sedema kêmbûna sotemeniyê.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ev yek bi awayekî eşkere anî ziman.
Moskow niha di hişyariyê de ye…
Putin cara yekem bi eşkereyî qebûl kir ku êrîşên dawî yên Ukraynayê li ser binesaziya enerjiyê li welêt bûne sedema kêmbûna sotemeniyê.
Wî diyar kir ku armancgirtina binesaziya krîtîk pirsgirêkan diafirîne.
Tevî vê yekê, wî îdia kir ku kêmasî ne di astek krîtîk de ye.
Lêbelê, Ukrayna diyar dike ku êrîşên ku navendên petrolê û binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê dikin armanc wê bidomin.
Di demên dawî de, piştî êrîşek bi dronan agir li parzungeheke li Krasnodar ket.
Li ser eniya dîplomatîk, Putin diyar kir ku ew dikarin li gel Washingtonê têkliyên nû bikin.
Hemwextî vê, pêşniyara Kiyevê ya ji bo rawestandina êrîşên dûr-menzîl jî red kir.
Putin careke din dubare kir ku ew ê dev ji armanca xwe ya kontrolkirina hemî Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia bernedin.



