Jinek ji Zaxoyê beriya 10 rojan şewitî bû, ji ber şewata wê ya giran doh jiyana xwe ji dest da.
Roja 18’ê Hezîranê li bajarokê Xaxo ji ber teqîna betlê gazê ji malbatekê 11 kes birîndar bûbûn.
Doh yek ji birîndaran jina temen 24 salî ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku navê vê jinê Nûra Neşwane û ji sedî 90’ê laşê wê şewitîbû.



