Li Koye, di nava civakê de zihniyeta zilamsalar serdest e, dema jin ji ber pêdiviyeke yasayî serî li dadgehan an hêzên ewlehiyê didin da ku gilî bikin, ev yek ji bo wan wekî “şerm” tê dîtin.
Ji ber vê yekê, jin ji qanûnê dûr dikevin, pirsgirêkên xwe di nav malbatê an jî ji xwe re dihêlin.
Li hember vê yekê, jin li ser girîngiya dûrketina ji biryarên şaş dema ku rastî tundiyê tên (çi ji mêran be çi ji zayenda xwe be) tên perwerdekirin, li şûna wê şîret li wan tê kirin ku bi parêzeran re bi şêwirin û mafên xwe bi rêyên qanûnî bigrin.
Seroka Yekîneya Karûbarên Yasayî Suzan Heme Seîd, li ser hişmendiya yasayî ya jinan û çawaniya tevgerîna wan dema ku rastî tundiyê tên nirxandinên girîng pêşxistin.
Suzan balê dikşîne li ser nezanîna jinan ya di hêla yasayî de û dibêje:
“Mixabin, hejmareke mezin ji jinan hişmendiya wan a yasayî kêm e û mafên xwe nizanin.
Ji ber vê yekê, ew pir caran ji mafên xwe bêpar dimînin.
Lêbelê, Destûra Iraqê û qanûnên ku ji hêla parlamentoyê ve hatine derxistin mafên jinan diparêzin; da ku di tu rewşek tundiyê de mafên wan ji destê wan neyên girtin.”
Suzan Heme Seîd dibêje ku pêwîste dadgehê weke mala xwe bigrin dest. Lewra çûyîna dadgehê şerm nebînin:
“Divê ev têgihîştin bi dawî bibe. Divê jin berî ku rastî her pirsgirêkekê werin, xwe perwerde bikin.
Divê em hem ji bo xwe û hem jî ji bo jîngeha xwe kesên hişyar bin.”



