Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re hevdîtinan dike.
Nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser cara duyem li Şamê bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re hevdîtinan pêk tîne.
Li gorî agahiyên ku endamên desteyê dane ajansa me, di hevdîtinê de girêdayî entegrasyonê, rewşa karmend û saziyên girêdayî desteyan nîqaş hatin kirin.
Hate gotin ku dê di çarçoveya heman mijarê de hevdîtin bidomin.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser cara yekemîn 19‘ê Gulana îsal bi mijara entegrasyonê bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re re civiyabû.



