Li Sûriyeyê di bûyerên cûda de di nava 24 saetên dawîn kuştina 5 kesan hatin belgekirin.
Parêzerek ku di teqîna berî çend rojan a li qehwexaniya nêzî avahiya dadweriyê ya Şamê de birîndar bibû, duh jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Cebirlî yê Girê Spî kesek û kurê wî di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Qesebê yê gundewarê Quneytîrayê ciwanek di encama pevçûna di navbera 2 malbatan de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Qemhana yê bakurê Hemayê jî kesek di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.



