Rejîma Îranê ya bi hêzên hegemûn re hebûna xwe mîsoger dike, vê carê berê xwe daya hêzên Kurdî.
Beriya niha me ragihandibû ku di êrişekê de şeş pêşmergeyên PDK-Î şehîd bûne.
Niha jî rejîma Îranê cenaze nade malbatên wan û bi serde jî gefê li wan dixwe.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, Saziya Îstîxbaratê ya Îranê malbatên şehîdan vexwendiye û bi gef û zext daxwaz kiriye ku telefonên xwe radest bikin.
Piştî vê, li ser hesabên torên dijîtal yên malbatan wêneyên Elî Xameneyî û saziyên ewlehiyê hatine belavkirin.
Telefonên malbatan heta niha jî di destê hêzên ewlehiyê de ne.
Di heman demê de rejîma Îranê hîn jî cenazeyên şeş pêşmergeyan radestî malbatên wan nekiriye.
Ji malbatan tê xwestin ku merasîmê wan çêneke û kes jî serdana malbatê neke.
2’ê Tîrmehê, şeş pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê PDK-Î li Pîranşarê şehîd bûbûn.



