Komîsyona Jinan a KNK’ê beriya civîna Enqereyê li ber baregeha NATO’yê li Brukselê çalakî lidar xistin.
Jnan daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, piştgirîdayîna pêvajoya diyalogê û mafên Kurd kû di civîna natoyê de bê nîqaşkirin kirin.
NATO wê di 7-8’ê ango sibe û dusibe li Enqereyê civîna bilind lidar bixe.
Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, beriya civînê li ber baregeha NATO’yê li Brukselê çalakiya “Bang ji bo NATO’yê” lidar xist.
Di çalakiyê de pankartên bi Îngilîzî û Fransî hatin g-hilgirtin û peyamên
Tenê mirovên azad dikarin muzakereyê bikin, ji Ocalan re azadî! û NATO, li Enqereyê jî mafên gelê Kurd nîqaş bike! hatin dayin.
Di hemen demê de di 23’ê Hezîranê de KNK’ê ji welatên endam ên NATO’yê re name şandibûn.
KNK’ê daxwazên xwe rêz kiribûn da ku di civîna NATO’yê de bê guftogokirin.
Di nameyê de ev sernav hebûn:
– Çavdêrîkirin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û Tevgera Kurd de;
– Dawîanîna îzolasyon ango tecrîda li ser Abdullah Ocalan û danîna şertên yasayî ku rê bidin Rêber Apo bi awayekî azad û bi bandor di diyaloga bi rayedarên Tirkiyeyê re beşdar bibe;
– Çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê Kurd li Tirkiyeyê;
– Nêzîkatiyeke siyasî ku aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê weke tevkariyek ji bo aştî û aramiya herêmî ya berfirehtir fêm dike.



