KCK’ê ji bo salvegera 101’an a bidarvekirina Şêx Seîd û 4 hevalên wî daxuyanî da û got ku heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn û soza xwe ya ji bo bicihanîna hesreta wan a ji bo Kurdistana Azad dubare kir.
KCK: Gotina dawî ya Şêx Seîd û hevalên wî Kurdistana azad bû
KCK’ê bibîr xist ku gotina dawî ya Şêx Seîd û hevalên wî Kurdistana Azad bû. Bi baweriya ku ciwanên Kurd wê hesreta wan pêk bînin nefesa xwe ya dawî dan.
KCK: Rêber Apo hewl dide hesreta Şêx Seîd û hevalên wî pêk bîne
KCK’ê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk hewl dide hesreta Şêx Seîd û hevalên wî pêk bîne.
KCK’ê dibîne ku Komara Demokratîk wê bibe pêkhatina hesreta wan û got:
Şêx Seîd û hevalên xwe, li ber wê sîstemê rabûn ku ne demokratîk bû, li ber wî mejî rabûn ku Kurd tine didîtin. Şaşe ku bê gotin Şêx Seîd û hevalên wî li dijî komarê bûn û bi vê têgihiştinê Kurd bêne qirkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî rewakirina polîtîkayên komkujî û qirkirinê ye.
KCK: Divê cihê gorên Şêx Seîd û Seyd Riza û hevalên wan bê gotin
KCK’ê dibêje ku eger komar wê demokratîk bibe, hingî girînge ku şaşitiya polîtîkaya sêdarekirina Şêx Seîd û hevalên wî bê qebûlkirin.
Lewra KCK’ê xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî bê gotin, ku ev yek wê ji bo lihevkirina bi gelê Kurd re bibe gaveke girîng.
Gelê Kurd jî ji bo nîşandana cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan divê têbikoşe.



