Serokê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras Qesas li ser mekanîzmeya hilbijartina endamên parlamentoya Sûriyeyê axivî.
Fîras Qesas diyar kir ku endamên parlamentoya Sûriyeyê demokratîk nehatine hilbijartin û taloqkirina civîna parlamentoyê tu nirxekî xwe yê siyasî nîn e.
Qesas got ku pirsgirêk ne taloqkirina civîna parlamentoyê ye, lê rê û rêbazên hilbijartina endamên parlamentoyê û rola ku dane wan û got:
Hilbijartin çênebû, endamên parlamentoyê ji sêyan yek ji aliyê serokê hikumeta demkî ve hatin hilbijartin.
Yên dîtir jî ji aliyê desteyên ku serok tayîn kirine, hatin diyarkirin.
Têkildarî taloqkirina civîna yekem a parlamentoyê jî Qesas anî ziman ku tu sedemekî girîng nîne heyanî talok dikin û wiha anî ziman:
Di pêvajoya siyasî ya li Sûriyê hilbijartina endamên parlmantoyê girîng bû, lê taloqkirina civîna parlamentoyê bi qasî wê ne girîng e.
Fîras Qesas di dawî de got, hikumeta demkî ya Sûriyê bi tena xwe aqûbeta Sûriyeyê diyar dike û girîngî nade îradeya gelê Sûriyeyê.



