Hêzên Îsraîlê êrişeke bejayî li ser gundên herêma Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Derayê pêk anîn.
Her wiha gundê Abdîn û derdora wê topbaran kir, di ecamê de gelek kes koçber bûn.
Herêma Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê, di nav de gundên Abdîn, Meariya û Cemla, rastî êrişên Îsraîlê hatin.
Gundê Abdîn û derdora wê jî hat topbarankirin û balefirên şer û yên bê mirov li asmnê gundewarên Derayê û Quneytrayê firiyan.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê berî vekişînê ketine gundê Abdînê û gule ber bi herêmê ve avêtin.
Parastina Sivîl a Sûriyeyê diyar kir ku topbarana Îsraîlê nebûye sedema birîndarî an zirarên madî li malan, lê bûye sedema koçberiyê li gund û bajarokên derdora Abdînê.



