Wednesday 2026/07/01
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Di dosyaya koçberên Kurd ên Reqayê de tu pêşketin tune ye

June 29, 2026
in SÛRIYÊ
A A
Parêzgarê Hesekê bi parêzgarê Reqayê re civiya
Share on FacebookShare on Twitter

Li parêzgeha Reqayê derdora 2 hezar malbatên Kurd ji malên xwe koçî bajarê Kobanê û herêma li Cizîrê bûn.
Herî dawî ji bo vegeran van koçberan, komîteya koçberên Reqayê û parêzgarê Hesekê bi Parêzgarê Reqayê re civiya.
Çavkaniyên ku dosyaya koçberên Kurdên li bajarê Reqayê dişopînin, diyar kir ku tevî di civînên fermî de soz hatine dayîn jî, ew dosya ji hêla pratîkê ve sekinî maye.

Piştî hatina vê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser desthilatdariyê jî alozî, koçberî, kuştin, dizî û sûcên dermirovî li nava Sûriyê bi dawî nebûn.

Di vê nûçeya xwe de tenê em ê behisa mijara koçberiyê bikin ku heta niha bi hezaran malbat di nava welat de koçber in.

Tenê li parêzgeha Reqayê derdora 2 hezar malbatên Kurd ji malên xwe koçî bajarê Kobanê û herêmên li Cizîrê bûn.

Ne tenê koçberî, mal û milkên malbatên ku koç kirine jî rastî dizî û xerabkariyê hatin.

Hin komên hikumeta demkî dest danî ser malên koçberan û ew mal ji bo xwe bi kar anîn.

Her wiha zeviyên çandiniyê yên welatiyên Kurd ji hêla hin alî û kesan ve hatin desteserkirin û îstismarkirin.

Di 7’ê Hezîranê de di navbera parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl û hejmareke rûspiyên Kurd ên li Reqayê û

Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selama ve li avahiya Parêzgariya Reqayê ji bo dîtina çareseriyekê têkildarî vê dosyayê de, civînek hat lidarxistin.

Di encamê civînê de biryar hate dayîn ku komîteyeke taybet a koçberan bi peywendiya bi Parêzgariya Reqayê re bê avakirin.

Karê vê komîteyê vegera koçberan a ewle, dosyayên milk û zeviyên ku hatine desteserkirin, bişopîne.

Çavkaniyek ji nûnerên Kurd ên ku ji Reqayê koç kiriye û dosyayê dişopîne got:

“Heta niha tu encam derneketiye û ev mijar hîn sekinî ye.”

Heman çavkanî diyar kir ku wan di dema borî de dosya û belgeyên girêdayî vegera koçberan amade kirine, derdora 20 dosyayên têkildarî gazinc û agahiyên desteserkirina milkên welatiyên Kurd radestî parêzgerê Reqayê kirine û wiha got:

“Ji bo ku pêvajoya vegerê hêsan be, tevî ku me hejmarên koçberan û deverên ku lê dimînin şandine jî heta niha tu pêşketin çênebûne.”

Li gorî agahiyên ku heman çavkanî dane, hejmareke zeviyên çandiniyê yên ku hatine desteserkirin îsal (mewsima çandiniyê) hatine îstismarkirin.

Komîteya koordînator a dosyayê dibêje ku berdewamkirina îstismara zeviyan û milkê koçberan ku pê re jî tu gavên pratîk ji bo vegerandinê nayên avêtin, dihêle ku li ser çarenûsa sozên ku di civînên fermî de hatine dayîn, pirs derkevin holê.

Heman çavkanî da zanîn ku tevî ku ew bi nivîsgeha Parêzgariya Reqayê re di nava têkiliyeke domdar de ne û vê dozê dişopînin jî, dosya vegera koçberên Kurd, her wiha vegerandina milkên wan bêyî danîna çareseriyekê rawestiyaye.

Previous Post

Îsraîlê êrişî herêma Yermûk ya li gundewarê Derayê kir û gelek kes koçber bûn

Next Post

QSD`ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Weşana girêdayî

Li herêmên dagirkirî sêcên li dijî gel dewam dikin
SÛRIYÊ

Desteserkirina milkên sivîlan li Efrîn û gundewarê wê berdewam dike

Parêzgarê Hesekê bi parêzgarê Reqayê re civiya
SÛRIYÊ

Wêrankirina malên koçberan yên Reqa û Girê Spî

Li rojhilatê Hamayê erdhejek bi hêza 3.2 çêbû
SÛRIYÊ

Li rojhilatê Hamayê erdhejek bi hêza 3.2 çêbû

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye