Fermandariya Hêzên Parzêvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku di êrişên hêzên hikumeta demkî yên li ser bajar de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûne.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li eniyên rojeva û bakurê rojavayê bajar duh derengî şevê bi dron û hemû cûreyên çekên navîn û giran êrişî taxên niştecihan ên bajêr kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di encama êrişê de kesek hat kuştin û hejmarek sivîl û endamên wê birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, “ev êriş niyeteke aşkera ya derxistina tevliheviyan û xistina jiyana şêniyan nava xetereyê de destnîşan dike.”
Fermandariyê diyar kir ku hêzên wê li gorî rêgezên şer, bersiva jêdera êrişan dan.



