Li dijî benda kontrolê ya Keşkûl a li deriyê têketina bajarê Ceremanayê yê gundewarên Şamê êriş pêk hat
Çavkaniyan xwecih diyar kirin ku 2 kesên li motorsîklêtê bûn, vê sibehê êriş benda kontrolê ya Keşkûl a li deriyê têketina Ceremana yê gundewarê Şamê kirin.
Li gorî çavkaniyan, êrişkaran bombe avêtina benda kontrolê ya axî. Di encamê de hejmarek endamên hêzên ewlekariya giştî birîndar bûn. Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê seferber bûn.
Der barê êriş û kesên li pey wê de ta niha daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.



