Li Hesekê, Til Temir, Zirgan û Derbêsiyê ji destpêka demsala çandiniyê ve derdora 33 hezar û 16 donim erdên çandiniyê şewitîn.
Li gorî rêveberiyê navenda tîmên agirkuj a Hesekê Ehmed Mihdî 33,016 donim ( hezar û 795 donim genim, 999 donim ceh û 30 hezar û 222 donim piştî çinînê) şewitîn.
Her wiha Mihdî da zanîn ku di navbera 24’ê Gulanê heyanî 26 Hezîranê 262 şewat derketine.
Di vê şewatê de 6 derasa, giyayê hişk 109 donim, 3 erebe, 2 transên elektirîkê, 1 kon, 3 dikan, 2 donim darên zeytûnan, 22 darên cûrbecûr, 8 malên şêniyan, 8 cihên çop lê hene, şewitîne.
Mihdî diyar kir ku 40 endamên tîmên agirkuj hebûn, li bajar, bajarok û gundên Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir li 20 navendan diman.
Li gel wan 20 agirkuj, 8 tankên avê hebûn û dema şewat derdiket tankên avê yên şaredariya Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir bi kar tanîn.
Her wiha şênî û hêzên leşkerî jî bi tîmên agirkuj re dibûn alîkar û agir ditefandin.



