Yekitiya Tabîban a Tirk, TTB, 78’emîn Kongreya xwe ya Mezin li Enqereyê lidarxist.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li kongreyê axivî û got;
Armanca wan avakirina Komareke Demokratîk e ku hemû welatî bi maf û azadiyên wekhev bijîn.
Di konferansê de, Tuncer Bakirhan, got;
Yekîtiya Tabîban a Tirk TTB di têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û mafên mirovan de cihekî girîng digire.
Bakirhan di peyama xwe de îşaret bi girîngiya demokratîkbûna komarê kir û ev tişt anî ziman:
“Emê bi hev re bitêkoşin û Komareke Demokratîk ava bikin.
Komareke ku tu kes neyê girtin an binçavkirin û hemû welatî bi maf û derfetên wekhev bijîn.”
Beriya wî, Serokê Konseya Navendî ya TTB Alpay Azap jî bal kişand ser pirsgirêkên pergala tenduristiyê li Tirkiyeyê.
Wî got divê mafê gihîştina tenduristiyê ji bo hemû kesan wekhev be û daxwaza berdana kesên girtî û binçavkirî kir.
Di kongreyê de her wiha Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, Serokê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê EMEP’ê Seyît Aslan jî axivîn kirin.
Di navbera Davutoglu û Seyît Aslan de li ser gotinên berê yên derbarê komkujiyan de nîqaşek kurt jî derket.
Kongre bi axaftinan dewam dike, encamnameya dawî jî tê payîn ku sibe bê ragihandin.


