Gotûbêjên krîtîk ên di navbera Îsraîl û Libnanê de li Washingtonê dirêj bûne.
Plana “herêma pîlot”, ku vekişîna artêşa Îsraîlê pêşbînî dike, li ser maseyê ye.
Lêbelê, alî hîn li ser sînor, demên diyarkirî û ewlehiyê negihîştine xalek hevpar.
Gera pêncemîn a danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de, ku bi navbeynkariya DYAyê tê kirin, ket roja xwe ya çaremîn.
Tê payîn ku danûstandin di sê rojan de biqede, lê nakokiyên di navbera aliyan de danûstandinan dirêj kirine.
Mijara herî serke a li ser maseyê plana “herêmên pîlot” e, ku vekişîna gav bi gav a artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê pêşbînî dike.
Li gorî pêşniyara DYAyê, artêşa Libnanê dê li hin deverên ku Îsraîl dê vala bike were bicihkirin.
Ger “plana pîlot” serkeftî be, çarçoveya vekişînê dê berfireh bibe.
Peyama Hizbullahê ji Îsraîlê re: Bêşert û merc vekişin
Lêbelê, alî hîn li ser vekişînê li kîjan deveran, çawaniya diyarkirina sînoran û çi demê pêvajoyê bişopîne, li hev nekirine.
Di vê navberê de, serokê Hizbullahê Naîm Qasim daxuyaniyek nû da.
Wî got;
Divê Îsraîl bêyî ku şertek destnîşan bike ji hemû axa Libnanê vekişe.
Hemwextî van danûstandinan artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 leşkerên wê di şerekî li başûrê Libnanê de birîndar bûne.
Di heman demê de êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî deverên li başûrê Libnanê dewam kirin.



