Zanîngeha Rojava li bajaarê Qamişlo îro Yekemîn Pêşengeha Zanistî lidar xist. Xwendekarên beşê zanistên xwezayî û tekonoljiya çandiniyê gelek projeyên zanistî pêkêş kirin.
Zanîngeha Rojava yekemîn pêşengeha zanistî lidar xist. Ev pêşengeh gavek e ji bo nîşandana nûjeniyên zanistî, projeyên lêkolînî û çareseriyên pratîkî ye, ku ji aliyê xwendekar û lêkolînerên Fakulteya Endazyariya Çandiniyê û Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê hatine pêk anîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê komîteya Amadekar Sîdra Îbrahîm têkildarî pêşangehê bi xêrhatina xwendekar, mamoste û kesên amade kir û pêşangeh hat destpêkirin.
Fakulteya Endazyariya Çandiniyê bi 4 beşan beşdarî vê pêşangehê bûye:
“1- Cûreyên Şînatiyan: 10 tablo, 26 mînak bi şêwaza Herbaryom hatine ziwakirin
2- Şînatiyên Xemlê: 35 mînak hatine binavkirin
3- Cûreyên Tovan: 102 mînak ji berhemên herêmê hatî kirin û binavkirin
4- Kêzik: 5 tablo, 120 mînak ji kêzikên herêmê
5- Candiniya organîc: Fêrmî kombost”
Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî bi 10 berheman beşdarî vê pêşangehê bû:
“1- Robotekî zîrek ji bo paqijkirina panelên rojê
2- Lêkolîneke dîzaynkirin û pêkanînê ji bo robotekî ku dikare tiştan li ser pêpelûkan veguhezîne
3-Otomobîleke elektrîkî
4-Robotek pêşkêşkirina xwarinê
5-Robotek hişê çêkirî
6-Kursiyeke elektrîkî ji bo kesên xwedan pêdiviyên taybet in
7-Çandiniya zîrek a bi enerjiya rojê ve girêdayî
8-Kontrolkirina otomobîlek bi rêya têlefona destan
9-Dîzayna milekî robotîk ku tevgerên destan hîs dike
10- Kontrolkirina otomobîlê.”



