Xemlîn Dilibirîn, şervaneke YPJ’ê ye, 14’ê adara 2023’an li bendava Tişrînê şehîd bû.@
YPJ’ê îro nasnameya wê eşkere kir û soz da ku dê doza wê bidomînin.
YPJ’ê got ku Şehîd Xemlîn ne tenê şervaneke azadiyê bû; ew di heman demê de sembola rûmet, berxwedan û dilsoziya bi xak û gelê xwe re bû.
Her wekî her kêliya jiyana xwe li ser bingeha pîvanên îdeolojîk û bi milîtaniyeke fedaî bi rê xist.
Dawiyê de YPJ’ê sersaxî ji malbatê re xwest û da xuyand ku ew her tim pîvanên şoreşgerî û felsefeya jiyana azad a ku Hevrê Xemlîn temsîl dikir, di kesayeta xwe de her dem zindî bihêlin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wihaye:
2023 – BENDAVA TIŞRÎN



