Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rojeva Serokomarê Tirkiyê Erdogan de jî bû.
Lê, li cihê armanca serke ya pêvajoyê ku demokratîkbûna welat bingeh digre de, wiya di çavçoveya bazirganiyê de li mijarê nêrî û got:
Ji ber şerê heyî 2 trîlyon dolar ziyan pêk hatiye.
Erdogan di Civîna Ekosîstema Çandiniyê ya Banka Ziraatê de ragihand ku sînorên krediyê ji bo cotkarên ciwan û jin hatine zêdekirin.
Lêbelê, beşa herî balkêş a axaftinê gotinên, wî yên li ser pêvajoya dewam a derbarê pirsgirêka Kurd de bû.
Erdogan diyar kir ku serdema şer a 50 salên dawî, ziyaneke bi qasî 2 trîlyon dolar daye Tirkiyê û got:
Eger pêvajo serketî be, aborî dê bêtir xurt bibe.
Rexne tam li ser vê xalê tên kirin.
Derdorên muxalefetê nêzîkatiya hikûmetê ya li hember pêvajoyê ji demokrasiyê bêtir bi ya bi aboriyê ve rexne dikin.
Ew dibêjin nêrînên Erdogan dide xuyakirin ku derdê sereke ne-demokrasî lê aborî ye.
Herî dawî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî li ser mijarê bi daxuyaniyekê deshilat hişyar kiribû.
KCK’ê gotibû, deshilat dixwazin ‘qanûna çarçeveya’ amadekirî li ser wan ferz bike.
Li Enqerê, niha hemû çav li ser wê yekê ne ku gelo ji bilî sozên aborî, gavên siyasî yên berbiçav dê werin avêtin an na.



