Hêzên YJA Starê çalakî kirin: li Zapê derb li kepçeyekê hate xistin

Gerîlayên jin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li kepçeyeke dagirkeran xistin.
Arteşa Tirk a dagirker, qadên gerîla 40 caran bi balafirên şer hedef girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê, berfirehiya çalakiyê eşkere kir û wiha got:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

12’ê Sibatê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin.

Her wiha derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de jî HPG’ê dawiyê ev agahî parve kir:

Di navbera 10-15’ê Sibatê de herêma Garê, Metîna, Xakurkê, Zap û Rojavayê wê bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button