Li Almanyayê meşvanên azadiyê “Konferansa Rêbertî” li darxistin

Meşên azadiyê ku li Ewropayê ji sê navendan destpê kir, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê roja 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekî bi dawî bû.
Çalakger piştî rojekî “Konferansa Rêbertî” lidar xistin.

Meşvanên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Reber Apo ku ji Almanya, Fransa û Swîsreyê bi rê ketin, li Strasboûrgê li hev civiyan.

Çalakiya ku doh ,bi tevlîbûnek mezin pêk hat,heta Konseya Ewropayê meşiyan.

Îro jî Meşvanên Azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Doza Kurd misoger bibe “Konferansa Rêbertî” li darxistin.

Têkildarî komferansê endama “Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî” behsa pêvajoya ku Rêberê Apo li Romayê maye kir û got:

“Li Romayê enternasyonalîstan 10 rojan li dora Rêbertî xelekek ava kirin.

Gelê Romayê bi gelê Kurd re hevgirtineke mezin nîşan da.”

Bîngol diyarkir ku Rêberê Apo jê re gotiye:

“Gelê Ewropayê niha me fêm nake. Lê belê ciwanên wê me gelekî fêm dikin”

Bîngol destnîşankir ku enternasyonalîstên ku meşa azadiyê dewam kirin û li Rojava şehîd bûn, vê yekê tekezkir.

Her wiha konferans ji du beşan pêk tê

Di beşa duyemîn a konferansê de jî wê yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Omer Guneş beşdar bibe.

Guneş wê çawaniya bi tecrîda li ser Rêberê Apo re dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî û destûra xwe ya bingehîn binpê dike, wê bîne ziman.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê Ewropayê banga tevlêbûna çalakiya Kolnê kirin

Back to top button