Ji YPJ çalakiyên tolhildanê

Tola şehîdan li erdê namên e.
Şervanên YPJ ji bo tolhildana şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik rêzeçalakî li dar xistin.
Di çalakiyên li Minbic û Til Temirê pêk hatin de, 6 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hîna rojek derbas nebûyî, Yekîneyên Paarastina Jin YPJ tola fermandar û gaziya Rojava Sorxwîn Rojhilat û Azad Dêrik hilanîn.

Şervanên YPJ’ê li Minbic û Til Temirê bi çalakiyên bibandor derbên xurt li artêşa Tirk û çeteyên wê dan.

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê li ser mijarê ev agahî parve kir:

YPJ: 9 çete û leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin

12’ê Sibatê şervanên me li herêma Minbicê li eniya Seyadê ya gundê Hemrat çalakiyeke serdegirtinê li dar xistiye û baregeheke dagirkeran bi temamî rûxandin.

Leşker û çeteyên di baregehê de, bê ku li pişt xwe temaşe bikin reviyan.

Di encamê de 3 çete di hundirê baregehê de hatin kuştin, 3 çete jî dema hewl dan birevin, ji aliyên şervanên me ve hatin kuştin.

Di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê heman rojê li eniya Til Temir-Sewama Aliya ya di navbera gundên Rêhaniyê û Sûsa de, bi çekên giran li baregeha leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin.

Li wir jî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Di encama giştî ya van çalakiyan de 9 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

YPJ: Em tola şehîdên xwe li erdê nahêlin

YPJ’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Wek YPJ me soz da tevahî jinan û gelê xwe ku em ê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û wê êrişên dagirkeran bê hesab nemînin.

Çawa me got, YPJ hêza tolhildana sedsalê ye, em careke din diyar dikin ku li dijî her cure êrişên dagirkerî û dij-mirovî, em ê hesab ji dagirkeran bixwazin û bersiva pêwîst bidin.”

Back to top button