Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê Meritxell Arana û tîma pê re civiya.
Di civînê de girîngî ji bo xurtkirina hevkariyê, başkirina rewşa xizmetguzarî û mirovî ya li parêzgehê hat dayîn.
Di civînê de Rêveberên Perwerdê, Tenduristî û Karûbarên Civakî û Kar amade bûn.
Çend mijarên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin, bi taybetî rewşa avê û stasyona avê ya Elokê.
Parêzgarê Hesekê hewldanên ku ji bo nûjenkirina stasyonê didomin nirxandin .
Li kêleka wê jî rewşa beşa perwerdehiyê û pêdiviyên dibistanan hatin nîqaşkirin.
Parêzgar bal kişand ser girîngiya berdewama aa hevkariya di navbera saziyên peywendîdar û UNICEFˊê de .
Parêzgerê Hesekê bi endamên Komîteya Şaxî ya bazirganiya genim re civiya
Beriya wê jî parêzgerê Hesekê bi endamên Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re, civiya.
Di civînê de Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgehê jî amade bûn.
Di civînê de amadekarî û tedbîrên ku ji bo pêşwazîkirina berhema genimê hatine wergirtin hatin nirxandin.
Her wiha mekanîzmayên wergirtin û bazirganiyê bi awayekî herî baş hate gotûbêjkirin.
Ew jî da ku xizmeta cotkaran were kirin û serkeftina demsala çandiniyê were piştgirîkirin.
Parêzger bang li hemû aliyan kir ku ji bo rakirina astengiyan li ber cotkaran bixebitin.



