Nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî ya navdar a cîhanê Marjane Satrapî koça dawî kir.
Fîlma wê ya bi navê “Persepolis”, ku zilm û zordariya li Îranê nîşan dide, di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Juriyê wergirt.
Marjane Satrapî, karîkaturîst, nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî, di 56 saliya xwe de koça dawî kir.
Daxuyaniya koça Marjane ji aliyê malbata wê ve hatiye dayîn.
Malbat diyar kir ku Marjane Satrapî nêzîkî salek piştî mirina hevjînê xwe Mattias Rîpa koça dawî kir.
Satrapî, nêzîkî 30 salan li Fransayê jiya, bi taybetî bi xebatên xwe yên xêzeroman û fîlman, di asta navneteweyî de dihat nasîn.
Rêzefîlma wê ya “Persepolis” zarokatiya wê li Îranê, ezmûnên wê di dema Şoreşa Îslamî de û sirgûniya wê ya li Ewropayê nîşan da.



