Raporan zelal kir kû di hewldanên dîplomatîk ên bi armanca bidawîkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de pêşketin heye.
Li gor agahiyan Reuters tê texmîn kirin kû yekşema bê her du peymanekê li Cinêvê îmze bikin.
Li gorî ajansê, hîna naveroka peymanê tê amadekirin.
Lê Tehran hîna îsrar dike ku êrişên leşkerî li Lubnanê werin rawestandin û dosyayên din ên girêdayî ceza û pereyên cemidî yên Îranê werin çareserkirin.
Reuters li ser zimanê serokê Hizbullah Hesen Fedlellah diyar kir ku, partî bi bawere Îran dê mijara Lubnanê di her lihevkirinek bi Washingtonê re bixe rojevê.
Fedlellah destnîşan kir ku rawestandina şerê li Lubnanê ji bo Tehranê di danûstandinên pêşîn de ye.
Di heman demê de, AFPˊê jî ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku, Îsraîl dê nehêle Îran xwediyê çekên nukleerî be.



