Li ser dika TEV-ÇANDˊê ya Qamişloyê şanoyek hat pêşkeşkirin.
Şano di bin navê “Em lêborînê dixwazin…Em nizanin wê çi bibe” hat pêşkeşkirin
Di şanoyê de rewşenbîr, kesên eleqeyê didin çandê, hejmarek ji şênî û ciwanan amade bûn.
Şano li ser çîrokeke ku li ser şer û pevçûna derûnî disekine hatiye avakirin.
Şano ji hêla lîstikvan Hemalîn Ferman û Ezîz Şerîf ve hat lîstin.
Kawa Fetah jî hilberîn û derhêneriya wê kiriye.
Piştî şano hat pêşkêşkirin, rûniştinek vekirî hat lidarxistin.
Di rûniştinê de amadebûyan performansa lîstinê, kûrahiya ramanê û peyama hunerê ya vê çalakiyê nirxand.



