Bi hatina havînê re, jinên ji Kobanê û gundewarê wî dest bi berhevkirina pelên rez (tirî) dikin, hiltînin û di zivistanê de bi kar tînin.
Bi saetên sibehê re dengê jinên berê xwe didin baxçe û zeviyan li tax û gundan bilind dibe. Bi destên pispor û bişirînên ji ser rûyên wan naçin, jin pelên rez ên baş berhev dikin da ku wan ji bo mûnê hilînin.
Jina bi navê Xanim Mehmûd dibêje: “Em heta salekê li benda vê mewsimê ne. divê em pelan di demên guncaw de berhev bikin, dema nerm bin. Dûre jî em di av û xwê de digirin da ku ji bo xwarina zivistanê amade be.”
Xanimê anî ziman ku “Dema em pelên rez hiltînin, em hîs dikin ku me beşek ji pêdiviyên malê hazir kiriye, ev jî rihetî û vehesiyekê ava dike.”
Ayşe Mehmûd jî got: “Ev rezê malbata min e. Em her sal di van wextan de, ji bo depokirin û mûnê pelan berhev dikin. Wek çawa em bacanê reş, îsot û hwd hiltînin.”
Ayşeyê anî ziman ku “Pelên ku em bi xwe berhev dikin ji yên sûkan tên firotin baştir in. mewsima îsal, ligel astengiyên aboriyê, pir baş e.”
Pelên rez an jî tirî li Kobanê û tevahî bajarên Sûriyeyê wekî xwarinek bi “sarme û dolme” tê naskirin tên bikaranîn. Bi biricê yan jî savarê tevî goşt an jî sebzeyan pel tên pêçandin. Li kêlek wê jî buharat û zeyta zeytûnan lê zêde dikin. Pelên hatine pêçandin bi rêk û pêk dixin biroşekê û datînin ser agirê hêdî.
Dema çinîna pelên rez di dawiya biharê heta nîvê havînê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirî caran di meha Gulanê de dest bi çîninê tê kirin û heta havînê dirêj dibe. Ev dem ji bo berhevkirina pelên nerm an jî ter pir baş e û tişbûna wê ji bo mûnê guncaw e.



