Bi nêzîkbûna çinîna genim re, 21 navend û depoyên Hesekê amade ne ku genimê cotkaran wergirin.
Pergala qeydkirina elektronîkî ya “Platform” dê dem û cihê radestkirinê diyar bike.
Têkildarî mijarê, Rêveberê depoyên Tirbespiyê Ehmed Mela axivî .
Ehmed Mela got proseya wergirtina genim dê bi rêya pergala elektronîkî be.
Bi wê re ji cotkar re cih û demê teslîmkirina diyar dike.
Mela destnîşan kir ku divê cotkaran serî li nuqteya şêwiriya çandiniyê ya herî nêz bide.
Piştî van agahiyan wê navendên radestkirinê û dema guncaw a wergirtina genim were diyarkirin.
Mela da zanîn ku dê navendên wergirtinê bi rêya dokma an jî di tûran de genim wergirin.
Mela bang li cotkaran kir ku pabendî tedbîrên tomarkirin, derxistina belgeya çandinî bin .
Tê payîn ku radestkirina genim di hefteyên pêş de bi destpêkirina çinînê re dest pê bike.
Ji ber ku tê texmînkirin ku hilberîna îsal ji ber şert û mercên baş ên hewayê bilind be.



