Piştî 6 salan çemê Xabûr ji ber barana zêde bariya, ji nû ve herikî û fêde li cotkarên herêma Hesekê û Til Temirê dike.
Xelkên herêmê bi herikîna çemê Xabûrê kêfxweşin û Cotkar bi ava çem zeviyên xwe av didin.
Welatiyê bi navê Xelef El Casim diyar kir ku ew pir kêfxweşin ji ber herkîna avê û got:
Pirsgirêkên me yên jîngehê û tenduristî dibe ku mîna berê dernekevin.Her wiha gelek fêde li çandiniyê jî kir.
Li herêma Til Temir jî di navbera salên 2021-2022`an de 5 hezar kes bi nexweşiya leşmanyayê ketin.
Li bajarê Hesekê jî gelek nexweşiyên çerm û yên hundirîn derketibûn.
Şêniyan diyar kir ku piştî çemê Xabûr herikî pirsgirêkên wan ên jîngeh û tenduristiyê li gorî berê kêm bûne.



