Li Venezuelayê piştî du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li gorî daneyên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 235’an.
Wezîrê Tenduristiyê Carlos Alvarado ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 235’an.
Rayedaran jî ragihand ku hejmara birîndaran herî kêm gihişt hezar û 520’an.
Yek ji herêmên ku herî zêde ji erdhejan bandor bûye, eyaleta La Guaira ya nêzî paytext Caracas e.
Li bajarê Catia la Mar gelek avahî hilweşiyan.
Tîm hewl didin xwe bigihînin kesên di bin kavilan de mane, lê ji ber kêmbûna makîneyên kar ên giran û malzemeyan, bi zehmetî xebatên xwe didomînin.
Mexdûrên erdhejan ji bo rizgarkirina xizmên xwe, bi derfetên xwe hewl didin kavilan rakin.
Gelek kes ji ber erdhejên xurt, neçar man ku şevê li kolanan yan di wesayîtên xwe de derbas bikin.
Civaka navneteweyî jî piştî karesatê kete nava liv û tevgerê.



