Başûrê Çînê bi lehiyan re rûbirû maye.
Hejmara qurbaniyên lehiya li herêma Guangxi ya li başûrê Çînê bilind bû.
39 kesan jiyana xwe ji dest daye û hîn jî 9 kes winda ne.
Ajansa Xinhua ya Çînê ku agahiyên xwe dispêre rayedaran, ragihand ku di encama lehiyê de li herêma Guangxi 39 kes mirin e.
Her wiha 9 kes winda ne.
Ajansê diyar kir ku piraniya qurbaniyan ji ber hilweşîna depoya bendava Liulanê ya bajarê Nanningê pêk hatiye.
Her wiha agahî dan ku di encama hilweşîna depoyê de lehî rabû 26 kes mirin û 7 kes winda bûn.
Di çend rojên borî de li herêmê baraneke dijwar bariya, ava çeman bilind bû û zirar da binesaziyê û malên derdorê.



