Serokê DYA Trump, Serokê hikumeta Demkî a Şamê Şari germ dike
Diyare di mijara Hizbullaha Libnanê de bendewariyên wî ji Şamê heye.
Her diyare li ser vê yekê, Trump pêvajoya derxistina Sûriyê ji lîsteya “dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê” da destpêkirin.
Di civîna krîtîk a li Enqerê de, ji bilî cezayan, mijarên Libnan û Hizbullahê jî li ser maseyê bûn.Diyare ku êdî Trump dixwaze Ehmed Şari erka jê tê xwestin pêk bîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de li Enqerê bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El Şara re civiya.
Piştî civînê, rêveberiya Trump ragihand ku pêvajoya fermî ji bo derxistina Sûriyê ji lîsteya “dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê” daye destpêkirin.
Piştî agahdarkirina Kongreyê, demek nirxandinê ya 45 rojan dê dest pê bike da ku biryar bikeve meriyetê.Di nameya ku Trump ji El Şara re şandiye de, hat gotin,
“Astengiyên li pêşiya ji nûve avakirina Sûriyê wê werin rakirin û peyamek hat dayîn ku şîrketên Amerîkî amade ne ku li welêt veberhênanê bikin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ev biryar piştî gavên hikûmeta Sûriyê di şerê li dijî terorîzmê de û piştrastkirinên fermî yên ku ji hêla Ehmed el-Şari ve hatine dayîn pêk hatiye.
Trump û Şare civiyan: “Ji bo libnanê dikare alîkarî bike”
Libnan jî mijarek sereke a nîqaşê bû.
Trump diyar kir ku Sûriye dikare di derbarê Hizbullahê de rolek bilîze û got,
“Ew dikarin alîkariyê bikin.
Ew vê yekê pir baş dikin.”
Şeybanî spasiya hikumeta Amerîka yek bi yek kir
Wezîrê Derve Esed Şeybanî spasiya rêveberiya Trump kir û got;
Ev yek wê derfetek girîng ji bo vejîna aborî, ji nûve avakirin û veberhênana navneteweyî biafirîne.
Niha jî çav li ser wê yekê ye ku wê Hikumeta Demkî a Şamê çawa dilê Trump xweş bike.


