Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hêzên Îsraîlê dê hebûna xwe ya li başûrê Libnanê bidomînin “heta ku pêwîst be”.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyaniyek da û got:
“Em başûrê Libnanê kontrol dikin. Çiqasî pêwîst bike emê li herêma ewlehiyê bimînin û jê venakişin.”
Netanyahu destnîşan kir ku çiqasî hewcedarî hebe wê Îsraîlê van herêman biparêze û berevaniya şêniyên bakur û tevahî Îsraîliyên li wir bike.
Têkildarî Îranê jî, Netanyahu anî ziman ku Îsraîlê xeteriyek hebûnî ku ew tehdîd dikir rakir.
Ger em tev negeriyana wê Îraniyan bombeyek nukleerî li dijî misyona Îsraîlê bi dest bixista.



