Daxuyaniyek din a derbarê “pêvajoyê” de li ser Çiyayê Cûdî.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş got;
Berî dawiya havînê dê rêziknameyên yasayî li Parlamentoyê werin pêkanîn.
Mixalîf jî dibêjin ew tenê gotinan dikin.
Kurtulmuş di bernameya Bîranîna Pêxember Nûh de axivî û diyar kir ku rapora ku bi hevkariya partiyên di Parlamentoyê de hatiye amadekirin, dê berî dawiya mehên havînê were bicîhanîn.
Kutulmuş: Ev pêvajoya biratî û demokrasiyê ye
Kurtulmuş îdia kir ku rêziknameyên nû yên qanûnî dê ligel pêvajoya bêçekkirinê werin bicîhanîn û pirsgirêk dê bi awayekî mayînde were çareserkirin.
Cîgirê Serokê Koma MHP Erhan Akçay jî diyar kir ku pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan, lê di heman demê de tê wateya avakirina biratî û demokrasiyê ye.
Lêbelê, ev daxuyanî ji ber rewşa li ser erdê bûn mijara nîqaşek nû.
Welatiyên ku dixwestin beşdarî bernameyê bibin rastî astengiyên ewlehiyê hatin.
Serdanên dawî ya Serokê MÎT’ê li Bexda û Herêma Kurdistanê û daxuyaniya dawî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nîşan dide ku pêvajo ji gotinên tên kirin dijwartir dimeşe.



