Li Iraqê îdiayên nû yên gendeliyê di rojeva siyasî de cih girtine.
Parlamenterek Iraqê dibêje du tometbarên gendeliyê bi nêzîkî nîv milyar dolar ji welat reviyane Fransayê.
Hikûmeta Iraqê jî dibêje dest bi şopandina dosyeya navdewletî kiriye.
Parlamenterê Iraqê Mustafa Sened ragihand ku berpirsê Komîsyona Aborî ya Wezareta Darayî, ku tê gotin nêzîkî Ednan Cumeylî ye, bi birayê xwe re ji Iraqê reviyaye û berê xwe daye Fransayê.
Li gorî gotinên Sened, her du tometbaran nêzîkî 500 milyon dolar ji pereyên ku tê îdiakirin hatine dizîn bi xwe re birine derve.
Di medyaya Iraqê de jî hate belavkirin ku yek ji wan kesan Hesen Ebdullah e.
Tê gotin ew di dosyayên lihevkirinên parzûngehan de xwedî rol bû û di heman demê de bi Ednan Cumeylî re di hin dosyayên aborî de hevkarî kiriye.
Li aliyê din, Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê ragihand ku dest bi şopandina yasayî ya dosyayê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, wê bi rêya Interpolê dosyayeke navdewletî were vekirin da ku tometbar bên vegerandin û pereyên ku tê îdiakirin hatine dizîn jî bên vegerandin.



