Rêveberiya embarên genim ên Berojê yên li Dêrikê diyar kir ku embar tijî bûne.
Rêveberiyê eşkere kir ku wan dest bi valakirina wan kir da ku genimê cotkaran wergirin.
Ji Rêveberên embarên Berojê Ehmed Newaf diyar kir ku kapasîteya embarê 12 hezar ton e.
Bi gotina wî embar di destpêka demsalê de bi tevahî vala nebûn.
Ji ber ku nêzîkî 6 hezar ton berhema par di embarê de bû.
Newaf diyar kir ku berî destpêkirina wergirtina berhema îsal tenê nêzîkî 3 hezar ton hatine valakirin.
Newaf destnîşan kir ku embar di rojên dawîn de ji ber hatina dexlên nû bi tevahî tijî bûne.
Ji ber wê rêveberî li bendê ye ku genimê di embaran de ji bo deverên din veguhêze.
Newaf da zanîn embarên Berojê ji deverên Girkê Legê û Dêrik û gundên derdora wan jî berheman werdigire.



